Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê û leşkerên Amerîkayê cara ewilî operasyoneke hevbeş kir

Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê û leşkerên Amerîkayê cara ewilî operasyoneke hevbeş kir

PeyamaKurd – Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li navçeya El Babê ya Helebê operasyoneke leşkerî ya hevbeş li dijî rêxistina terorîst DAIŞê pêk anîne.

Ev yekem car e ku hikûmeta demkî ya Şamê û Amerîka bi vî rengî hevkariyeke leşkerî dikin.

Li gorî agahiyan, operasyon di saet 01:00ê de dest pê kiriye û nêzî 40 deqîqeyan dom kir. Hêzên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên şer û hêzên taybet ên Amerîkî tevgeriyan.

Şirovekarê France24, Wassim Nasir, diyar kir ku operasyon bi hevkariya DYA û Tirkiyeyê hatiye kirin, û di encamê de 10 endamên DAIŞê hatine kuştin, kesayetekî payebilind ê rêxistinê jî hatiye girtin.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne nîşan didin ku helîkopter li herêmê difirin dema hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê operasyonê dimeşand. Heta niha, hikûmeta Sûriyeyê derbarê vê operasyonê de daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.