Kurtulmuş ji bo komîsyona çekberdana PKKê navê endaman xwest

Kurtulmuş ji bo komîsyona çekberdana PKKê navê endaman xwest

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, îro 25ê Tîrmehê bi nivîseke fermî ji partiyên siyasî yên parlamentoyê daxwaza pêşkeşkirina navên bo endamtiya komîsyona pêvajoya Îmralî û çekberdana PKKê kir.

Kurtulmuş, ji partiyan xwest ji bo komîsyona ku dê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de were avakirin endamên xwe diyar bikin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ji partiyên siyasî yên ku di parlamentoyê de komên wan hene xwest, heta roja pêncşemê 31ê Tîrmehê saet 17:00 navên endamên xwe yên tevlî komîsyonê bibin diyar bikin.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.