80 heywan di axwurê de di nav agir de şewitîn

80 heywan di axwurê de di nav agir de şewitîn

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Edirne li gundê navendê li Karayusufê agişr bi axwurê ket û di encamê de 80 ajalên biçûk an ku pez û mîh can dan. 2 xanî û depoya kayê zerar dîtin. Tîmên vemirandina agir karibûn di 5 seetan de agir vemirînin.

Tîmên îtfaiyê gihan ciyê bûyerê û agir vemirandin lê tîmên tendursitiyê xwediyê axwurê Nihat Babacan birin nexweşxanê. Babacan niha li nexweşxana Edirne ya Sultan 1em ya Dewletê ya Murat tê dermankirin.

Babacan, ji ber xwest agir vemirîne û ajalên xwe rizgar bike birîndar bû.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.