‘Amerîka hevsengiya hêzê ya herêmê diguherîne’

PeyamaKurd- Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destpêka pêvajoyeke nû ya veberhênana stratejîk û vebûneke dîplomatîk ber bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve daye destpêkirin armanc ew e; hevsengiya siyasî ya nazik a di navbera Bexda û Hewlêrê de ji nû ve ava bike.
Ev pêngava Washingtonê weke hewldaneke ji bo avakirina nexşerêyeke nû li hember pirsgirêka dabeşkirina desthilatdariyê di navbera desthilatên navendî û herêmî yên Iraqê de tê dîtin.
Dema ku veguherînên di sektora enerjiya gerdûnî de berdewam dikin, Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê firsendeke veberhênana têkel û stratejîk ava dike. Tevî alozîyên berdewam di navbera Bexda û Hewlêrê de, destwerdana Amerîkayê dikare hevsengiya hêzê li herêmê ji nû ve ava bike, reformên aborî birêve bibe û bi hêzên destabilîzator re şer bike. Lê belê pispor û eleqedarên sektora enerjiyê destnîşan dikin ku ev yek girêdayî "rêveberiya hesas a yasayên nû û ewlehiyê" ye.
Rewşa niha ya têkiliyên Bexda û Hewlêrê çiye?
Di hefteyên dawî de alozî di navbera hikûmeta federal a Bexdayê û Hewlêrê de zêde bûne. Zincîreyek êrîşên bi dronên tê bawer kirin ku ji hêla komên girêdayî Îranê û nêzîkî Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa, ku hevpeymaniya desthilatdar li Bexdayê ye, hatine kirin. Di wan êrîşên ji destpêka meha Tîrmehê ve didomin de; zeviyên petrolê yên girîng ên wekî Tawke, Pîşxabûr, Ayn Sifnî, Kor Mor û Sarsing hatin armanckirin. Ev êrîş bûne sedema rawestandina demkî ya berhemanîna 200 hezar bermîl petrola rojane û li gorî raporan, zirar gihandine kompaniyên Amerîkî yên wan zeviyan birêve dibin.
Herwiha, ev alozî, ligel bandora wê ya operasyonel, "bandora zêde ya stratejîk a sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê" jî eşkere kir.
Di navbera Bexda û Hewlêrê de, pirsgirêkên hiqûqî yên hilberîn û veguhestina petrolê hene. Rewşa guhêrbar di navbera aliyan de bûye sedema bêîstiqrariya aborî ya cidî û windahiyên mezin.
Vê rewşê, nakokiyên kûr û berdewam li ser desthilatdariya destûrî, kontrolkirina dahatan û serweriyê raxiste ber çavan.
Digel vê yekê, peymaneke çarçoveyî ya nû di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye kirin ku xuyaye nexşerêyeke nû ji bo çareserkirina van arîşeyan xêz dike.
Di bingeha vê nakokiyê de, nakokiyeke destûrî heye ku gelo Herêma Kurdistanê xwediyê mafê bikaranîna serbixwe ya çavkaniyên xwe û îmzekirina peymanên petrol û gazê ye?
Di 15ê Sibata 2022an de, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku qanûna petrol û gazê ya sala 2007an, ku ji hêla hikûmeta Hewlêrê ve hatibû derxistin, li dijî destûrê ye. Vê biryarê bi awayekî pratîkî desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya ji bo rêvebirina hinardekirina petrolê û îmzekirina peymanên bi kompaniyên navneteweyî re betal kir. Herwiha maf da Bexdayê ku van peymanan betal bike û çavkaniyên petrolê kontrol bike. Lê belê, Dadgeha Bazirganî ya Bexdayê di destpêka sala 2025an de ev biryar betal kiribû û peymanên şirketên petrolê yên navneteweyî ji nû ve nas kiribû. Bi vî awayî jî hebûn û xebatên bi awayekî qanûnî nas kiribû.
Çavkaniyên Herêma Kurdistanê
Rezervên Herêma Kurdistanê tê texmîn kirin ku zêdetirî 45 milyar bermîl petrol û mîqdarên mezin gazên xwezayî yên ku hîna bi tevahî nehatine bikar anîn e. Peymanên gazê yên di navbera kompaniyên Amerîkî û Herêma Kurdistanê de di sala 2025an de hatine îmzekirin. Ew peyman nîşan didin ku dahatek giştî ya 110 milyar dolar dikare di heyama projeyan de were bidestxistin. Van projeyan di peydakirina gazê ya têr de ji bo sivikkirina krîza elektrîkê ya berdewam li welêt roleke girîng lîstiye.
Li gorî texmînên aborînasên Iraqî, piştî ku hewcedariyên Herêma Kurdistanê û yên mayî yên Iraqê hatin dabînkirin, gaza zêde dikare ji bo bazarên Ewropî were hinardekirin, nemaze di rewşa şerê berdewam ê Rûsya-Ukraynayê de, ku hewl didin xwe ji çavkaniyên enerjiya Rûs dûr bixin.
Li gorî daneyên fermî, sektora enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê dikare têkeleke cihêreng ji zeviyên gihîştî û blokên hêvîdar ên bi potansiyela bilind pêşkêş bike, digel astên cuda yên aloziyên jeopolîtîk û amadebûna berfirehbûnê. Dema ku nirxandin, lêgerîn û hilberîna zeviyên petrol û gazê berdewam dikin, lêkolîn eşkere dikin ku ev zevî di pêkhateyên xwe yên mîneral û taybetmendiyên hilberînê de cuda ne.
Hin zeviyên kifşkirî gaza xwezayî ya bi sulfur zêde dihewînin, ku ev yek dijwariyên wekî korozyon, xetereyên tenduristiyê û hawîrdorê diafirîne. Li gorî pisporan, zeviyên din gaza bi kalîteya bilindtir bi rêjeyên sulfurê kêm peyda dikin.
Du zeviyên hêvîyê didin ên ku niha di qonaxa destpêkê ya pêşketinê de ne, zeviyên Topxane û Kurdemîr in, ku nîşanên xurt di qebare û kalîteya çavkaniyên nehatine bikaranîn de nîşan didin.
Van projeyan bala gelek kompaniyên Amerîkî kişandiye ku dixwazin ji derfetên wekhev sûd werbigirin. Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump eleqe û piştgirîyê dide van projeyan, li ber çavan digire ku van zeviyên dewlemend bi petrol û gazê, hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî Iraqê hebûnên stratejîk in û dikarin beşdarî xurtkirina serxwebûna enerjiyê bibin.
Bandora veberhênana Amerîkî
Pispor li ser hevnêrînin ku hilberîna petrol û gazê ya bi îstîqrar û di çarçoveyeke hiqûqî ya zelal û sîstemeke bacê ya naskirî de, dibe sedema îstîqrara bazarên aborî û ewlehiya siyasî. Rola veberhênana Amerîkî ne tenê bi peydakirina çavkaniyên hîdrokarbonî sînordar e, lê di heman demê de bi bandorên zêdebûyî yên wekî nûjenkirina boriyan, hilberîna elektrîkê, sîstemên çavdêriya dîjîtal û pêşketina jêhatîbûnên hêza kar jî berdewam dike.
Lê belê, aliyê jeopolîtîk ew e ku veberhênana stratejîk a Amerîkî, bandorê li hevsengiya Îran û Tirkiyê ya li Iraqê dike. Ev bi berfirehî weke faktora sereke ya ku rola herêmî ya Iraqê diyar dike, tê qebûlkirin.
Washington dikare bi bikaranîna dîplomasiya aborî û xurtkirina hevkariya aborî, li herêmeke ku ji dabeşbûnê re vekirî ye, îstîqrarê peyda bike. Hejmareke mezin ji pisporan tekez dikin ku "serkeftina modela Amerîkî-Kurdî, modelek pîlot ava kiriye ku veberhênanên zêdetir di sektorên din de wekî avedanî, xizmetên lojîstîk û teknolojiyê li herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê teşwîq dike."
(Şerqul-Ewset)
Ev nivîs 185 car hatiye xwendin.




