Al-Arabiya: Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Rojava li ser rêveberiya deriyên sînor û bendavan li hev kir

Al-Arabiya: Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Rojava li ser rêveberiya deriyên sînor û bendavan li hev kir

PeyamaKurd- Çavkaniyên Rêvberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji ajansa Al-Arabiya re eşkere kirine ku di civîna çend roj berê li paytexta Urdin Umanê di navbera şandeke bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û şandeke hikûmeta Sûriyê bi amadebûna nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack hatiye lidarxistin de, li ser rêveberiya deriyên sînor herdu aliyan li hev kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kirine ku di civînê de "pêşketineke berbiçav" di çend mijarên serekî de çêbûye û herdu alî li ser van xalan li hev kirine:

- Rêveberiyeke hevbeş ji bo deriyên sînorî.

- Lihevkirineke ji bo rêveberiya hevbeş a Bendava Tişrînê.

Çavkaniyan ji Al Arabiya re destnîşan kirine, HSDê di civînê de amadehiya xwe ji bo tevlîbûna di nava artêşa Sûriyê de weke " feyleqeke serbixwe" nîşan daye. Lê belê, di civînê de ti dema diyarkirî ji bo vê yekbûnê nehatiye destnîşankirin.

HSDê daxwaz kiriye, hebûna xwe ya leşkerî li herêmên di bin kontrola xwe de biparêze. Gotûbêjên li ser dosyayên girîng ên weke girtîgeh û zeviyên petrolê ji bo demeke din hatine paşxistin.

Civîna Parîsê hate paşxistin

Hêjayî gotinê ye, hatibû ragihandin ku şandeke bi serokatiya Mezlûm Ebdî li Parîsê ye û wê bi nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyê re bicive. Lê belê, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Kerîm Qemer ragihand, ew civîna ku biryar bû bi sponsoriya Fransayê were lidarxistin, "hatiye paşxistin".  Kerîm Qemer sedemên paşxistinê û dîroka nû ya civînê diyar nekir.

Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.