Şandên Îsraîl û Sûriyê li Bakuyê dicivin: Tirkiye û Amerîka jî beşdar dibin

Şandên Îsraîl û Sûriyê li Bakuyê dicivin: Tirkiye û Amerîka jî beşdar dibin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê şandên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û hikûmeta Îsraîlê îro 24ê Tîrmehê li Baku ya paytexta Azerbaycanê bicivin û aloziyên li başûrê Sûriyê gotûbêj dikin.

Li gorî nûçeya rojnameya The National a li ser zarê deplomatkarên pilebilind hatiye belavkirin, berpirsên Tirkiye û Amerîkayê jî beşdarî wê civînê dibin.

Li gorî jêderan, armanca sereke ya civînê rawestandina êrîşên Îsraîlê ye û beramberî wê jî Îsraîl dê ji Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera bixwaze ku destwerdanê di karûbarên Durziyan de neke.

Deplomatkarekî Urdinî jî ji rojnameyê re diyar kiriye ku ev civîn beriya bidawîhatina moleteke Îsraîlê ji bo vekişana tevahiya hêzên hikûmeta Sûriyê ji Siwêdayê tê lidarxistin û herwiha Îsraîlê gef xwariye heke mercê wê pêk neyê ew ê careke din dest bi êrîşan bike.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.