Erebe ji desthilata ajotvan derket û li dîrekê xist: 2 mirî û 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li ser rêya gundê Bleyderê (Binatlı) seet di 16.00an de ajotvanê erebê dema kontrola erebê ji dest derket, çû li dîreka elektrîkê xist. Di encamê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn ku ji wan birîndaran 2 kes zarok in.
Di qezayê de Vehta Aydemir (50) û Menfiye Toy (55) wefat kirin. N.T. (56), T.T. (32), N.T. (5) û M.T. (4) birîndar bûn.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Batmanê.
Cenazên her dû kesên can dayîo jbo otopsiyê birin morga nexweşxanê.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




