Wê rêyên Hewlêrê bi awayekî modern bên qîrkirin û başkirin

Wê rêyên Hewlêrê bi awayekî modern bên qîrkirin û başkirin

PeyamaKurd- Kompaniyeke biyanî pêşniyarek pêşkêşî parêzgeha Hewlêrê kir ku dixwaze rêyên Hewlêrê bi awayekî modern û xerciyeke kêmtir û kalîtiyeke çêtir qîr bike û çareser bike.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û endezyarên parêzgehê û rêyan îro 24ê Tîrmehê ji bo baştirkirina rêyên parêzgeha Hewlêrê û hêsankirinê ji bo şofêran bi şîrketeke biyanî ya çareserkirin û qîrkirina rêyan, li Dîwana Parêzgeha Hewlêrê civiyan.

Parêzgariya Hewlêrê piştî civînê ragihand, wê şîrketê di civînê de armanc û karê xwe pêşkêş kir, ku girêdayî çareserkirin û qîrkirina rêyan bi awayekî modern, bi xerc û demeke kêmtir û kalîtiyeke çêtir bû. Herwiha wê kompaniyê mînakên projên xwe yên çend welatan jî pêşkeş kirin.

Parêzgarê Hewlêrê jî tevî piştevanîkirina wê fikirê tîmên endezyariyê yên parêzgeh û rêyan raspartin ku wê projeyê binirxînin û biceribînin û piştre jî li gorî jîngeh û keşûhewayê bajarê Hewlêrê biryarê li ser bidin.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.