Di teqîna Idlibê de 5 kesan can da, zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn

Di teqîna Idlibê de 5 kesan can da, zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd- Hejmara kuştî û birîndarên teqîna parêzgeha Idlib a Sûriyê ku îro 24ê Tîrmehê rû dabû, eşkere bûn.

Li gor agahiyên destpêkê, teqîna li bajarê Idliba li bakurê rojavayê Sûriyê di depoyeke cebilxaneyê de teqîn çêbûye û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne.

Hûrgiliyên teqîna li Idliba Sûriyê zelal dibin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku teqîn li depoyeke cebilxaneyê çêbûye û li gor agahiyên destpêkê 5 kes mirine û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne. Teqîn ji aliyê kamerayên amator ve jî hate tomarkirin.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.