Li Alanya bi kêrê hemwelatiyekî Rûs hat kuştin

PeyamaKurd – Li Tirkiye li bajarê Antalya li navça Alanyayê di li hev xistina bi kêrê, hemwelatiyekî Rûsyayê giran birîndar bû û ew birin nexweşxanê. Lê li nexweşxanê can da.
Li ser bûyerê 2 hemnwelatiyên din hatin desteserkirin. Her 2 welatiyên Rûsyayê piştî birin dadgehê, dadgeh ew şandin zîndanê.
Bûyer, li Alanya li Mahmutlar qewimî. Ewilî di navbera hemwelatiyên Rûsan de yên bi navên Andrey Makarov (35), K.C. (27) û N.K. (21) de munaqeşe çêbû. Li ser pêşdeçûna bûyerê Makarov bi kêrê giran birîndar bû.
Piştî tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê û mijarê hîn kirin hêzên asayîşê avêtin ser navnîşana gumanbaran K.C. û N.K. Cendirme piştî îfadên wan girt û birin dadgehê, dadgeha wan şand zîndanê.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




