Pizişkiyan: Tehran bê av maye, dibe ku paytexta Îranê bê veguhestin

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser krîza avê ya paytext Tehranê hişyarî da û got, “Dibe ku krîza avê 15 milyon şêniyên Tehranê neçar bike ku terak bajarê xwe bidin”.
Rojnameya Esir Îranê îro 24ê Tîrmehê daxuyaniyeke Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan weşand ku tê de dibêje; “Rewş xeternak e, Tehran bê av e” û dide xuyakirin, “Veguhastina paytextê ji bo cihekî din vebijarkek e ku wekî çareseriyeke bilez hatiye pêşniyarkirin.”
Hêjayî gotinê ye, ji 31 parêzgehên Îranê, 20 parêzgeh rûbirûyî krîza avê bûne û çavkaniyên avê yên heyî jî ziwa bibin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA jî ragihandiye ku yek ji mezintirîn embarên avê yên Îranê dê di çar hefteyên pêş de bi tevahî ziwa bibe.
Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Motemîdiyan jî doh ji Ajansa Tesnîmê re dabû xuyakirin, “Bikaranîna ava vexwarinê ya paqij li Tehranê pênc caran ji dabînkirinê zêdetir e.”
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




