Li welatê Perûyê di keştiya kargoyê de 4 ton civa hat girtin

Li welatê Perûyê di keştiya kargoyê de 4 ton civa hat girtin

PeyamaKurd – Li welatê Perûyê di çarçova têkoşîna bi karê madena qaçax re, operasyon kirin ser keştiyekî û di keştiyê de 4 ton civa (Hg) hat girtin. Civa di karê madenê de tê bikaranîn û li gor qanûnan maddeyekî qaçax e. Bihayê 4 ton civayê li dora 500 hezar dolariye.

Ajansa Peruyê ya bacê û gumrikê ya Peruyê SUNAT, li ser mijarê daxwuyanî da û got li bajarê Callao di lîmanê de, ji bo bişînin welatê Bolivyayê da di karê madena qaçax de bikarbînin, civa amade kirine da derxin rê û di torbên ku di wan de kevirên biçûk yên şikandî hebûne, di nav torban de civayê dîtine.

Rayedarê hêzên gumrikê yê SUNATê Jorge Gallo Alvarado ragihand ku mal, wekî kevirên şikandî nîşan dane lê bi xêra îstîxbaratê ketine dest. Alvarado got:

“Ev, maddekî qedexeye ji ber di derveyê qanûn de, di madenkariya aluvyonan de tê bikaranîn.”

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.