Hêzên Amerîkî li Kobanî û Eyn Îsayê dewriye kirin

Hêzên Amerîkî li Kobanî û Eyn Îsayê dewriye kirin

PeyamaKurd- Hate ragihadin ku hêzên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya hejmarek wesayîtên leşkerî li gundewarê başûrê Kobaniyê dewriye kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî ji Kobanîyê, wesayîtên leşkerên Amerîkayê li deverên di navbera bajarê Kobanî û bajaroka Eyn Îsayê de geriyan.

Li gorî zanyariyan tevgera hêzên Amerîkî li gundewarê başûrê Kobaniyê ji şeva borî ve didome.

Hate zanîn ku gera hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya debuare belavkirina hêzan de ye.

Ev nivîs 165 car hatiye xwendin.