Senatorê Amerîkî projeyasaya dirêjkirina cezayên ser Sûriyê pêşkeş dike

Senatorê Amerîkî projeyasaya dirêjkirina cezayên ser Sûriyê pêşkeş dike

PeyamaKurd- Endamê Kongreya Amerîkayê Senator Mike Lawler, sibe 23yê Tîrmehê projeyasayekê derbarê Sûriyê de, li pêş komîteya xizmetguzariyên diravî ya Kongreya Amerîkayê pêşkêş dike û ew projeyasa diçe ber dengdanê.

Mike Lawler di projeyasayê de banga dirêjkirina heyama yasaya Qeyser ji 2 heta 3 salan û parastina pêkhateyan li Sûriyê dike.

Herwiha banga pêkanîna çaksaziyên siyasî û jinavbirina çêkirina madeyên hişbir dike.

Ev projeyasa di demeke ku Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tomas Barrack hewl dide yasaya Qeyser ji ser Sûriyê rake, tê pêşkeşkirin. Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî yekem hevdîtina ligel serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera biryara rakirina cezayên ser Sûriyê dabû.

Banga dirêjkirina yasaya Qeyser di demeke ku şerê li Siwêdayê rû da û gelek binpêkirin li dijî sivîlan çêbûn hate kirin.

Komîteya Lêkolînan a Navdewletî jî banga belavkirina encamên rapora bûyerên Berava Sûriyê kir û ragihand: “Bûyerên dawiyê yên Siwêdayê pêwîstiya sizadan û çakkirinê ji bo parastina sivîlan, diyar dike.”

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.