Hackeran 90 milyon dolar pereyê krîpto yê Supaya Pasdarên Îranê dizî

PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku grûba Hackeran a bi navê “Çivîka Dirinde”, 90 milyon Dolar pereyên dijîtal ên Supaya Pasdarên Îranê şêlandiye û veguhestiye hesabên cuda.
Rojnameyê daye zanîn ku ev kiryara hackirinê di dema şerê 12 rojan ê Îsraîl-Îranê de çêbûye. Hate diyarkirin tam roja êrîşa Amerîkayê ya ser kargehên atomî ew bûyera hackirinê rû daye ku 90 milyon dolarên Supaya Pasdarên Îranê bo hesabê hejmarek bankeyan hatine veguhestin.
Di nûçeyê de tê gotin ku grûba “Çivîka Dirinde” bi ser Artêşa Îsraîlê ve ye û pereyên Îranê yên dijîtalî ku hatine dizîn ne mimkun e bêne vegerandin.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




