Li Banêya Rojhilatê Kurdistanê şer derket: Leşkerekî Îranê hat kuştin

PeyamaKurd – Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, duh, êvara Duşemê, 21ê Tîrmeha 2025an, Sîna Setervend, endamekî Lîwaya Sînorî ya Artêşa Spaha Komara Îslamî ya Îranê, di şerekî çekdarî de li deverên sînorî yê bajarê Baneyê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.
Hat ragihandin ku şerê çekdarî, li nêzîkî birca Sertzanê ya benda kontrolê ya Nanûra Baneyê rû da û nêzîkî saetekê dom kir.
Digel ku heta niha, tu partiyeke Kurdî berpirsiyariya êrîşê li xwe negirtiye jî lê çavkaniyên nêzî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) diyar kir ku PJAKê çalakî kiriye.
Ev bûyer piştî êrîşeke din a dawî hat, ku roja Şemiyê, 19ê Tîrmehê, endamekî PJAKê, Omîd Huseynî (bi nasnav "Simko Kobanî") yê ji Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşeke dronên artêşa Îranê de li navçeya Pencwênê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.





