Amerîka navbeynkariya navbera Sûriyê û Îsraîlê dike

Amerîka navbeynkariya navbera Sûriyê û Îsraîlê dike

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya DYAyê; wê roja Pêncşemê bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Sûriyê û Îsraîlê de hevdîtin pêk were.

Dibe ku serokatiya heyeta DYAyê balyozê DYAyê yê Ankara û hem nûnerê taybet yê ji bo Sûriyê Tom Barrack bike lê ev agahî tam raste rast nehatiye piştrast kirin. Ji aliyê Sûriyê û Îsraîlê de jî heya niha nehatiye piştrastkirin.

Rayedarekî DYAyê ku navê xwe nexwestiye aşkera bike, gotiye ku di hevdîtinê de, di rêza ewilî de, ewlehiya li başûrê Sûriyê girînge ku ji bo Îsraîlê mijarekî bingehîne.

Danûsitendina navbera Şam û Tel Avivê her weha ji bo ber li krîzan bigrin, wê pêngavan bavêjin.

Herî dawiyê tê gotin ku li Baku ya Azerbeycanê Îsraîl û Sûriyê têkilî danîbûn. Ji aliyê Sûriyê wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani û ji aliyê Îsraîlê jî şêwirmendê netewî yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi hevdîtin kiribûn.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.