Sûdanî û Rubio li ser Heşdî Şebî axivîn

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya nivîsgeha medyayê ya Srokwezîrtiya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro 23 Tîrmeha 2025an bi telefonê li ser mijarên ewlehî û aborî axivîn.
Hat diyarkirin ku beşekî giring ê axaftinê eşnivîsa qanûna rêkxistina Hêzên Heşdî Şebî bû, ku beşek ji reformên ewlehiyê yên Iraqê ye. Qanûna ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pejirandin, armanc dike ku Heşdî Şebî di bin fermandariya giştî ya artêşa Iraqê de bi cih bike.
El-Sûdanî li ser vê reşnvîsê ekez kir:
“Entegrasyona tam a Heşdî Şebî di nava sazûmana leşkerî ya fermî de ji bo parastina yekîtî û ewlehiya neteweyî gelekî giring e.”
Herweha, her du aliyan êrîşên dawî yên li ser tesîsên petrolê li Herêma Kurdistanê, wek “êrîşên li ser aboriya Iraqê” bi nav kirin, ku metirsiyê li ser dahatên giringg û aramiya herêmî zêde dike.
El-Sûdanî piştgiriya Bexdayê ji bo agirbestên herêmî û kêmkirina krîzan a bi rêya dîplomasiyê dubare kir.
Planên ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ya bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê, ku ji Adara 2023yan ve rawestiyaye, û tedbîrên ji bo pêşîgirtina qaçaxçîtiyê û parastina çavkaniyên xwezayî yên Iraqê mijarine din bûn her du alî li ser axivîn.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.





