Qralê Bahreynê biryara danîna misyona daîmî ya dîplomatîk ji bo Lubnanê da

Qralê Bahreynê biryara danîna misyona daîmî ya dîplomatîk ji bo Lubnanê da

PeyamaKurd – Qralê Bahreynê Hamed bin İsa Al Xalife, di hevdîtina bi serokomarê Lubnanê bi Joseph Avn re ragihand ku biryara danîna misyona daîmî ya dîplomatîk ji bo Lubnanê daye. Avn got ku ew bi hêviye hevkariya navbera her dû welatan xwurt bike.

Serokomariya Lubnanê bi nivîskî ragihand ku serokkomarê Lubnanê Avn seredana fermî kiriye Bahreynê, payîtext Manamayê û bi qralê Bahreynê bi Al Xalife re hevdîtin kiriye. Di daxwuyaniya Lubnanê de weha hat gotin:

“Qralê Bahreynê Al Xalife biryarê da ku misyona dîplomatîk ya daîmî li Lubnanê deyne. Ji biratiya we, em bi hêvîne ku di navbera her dû welatan de bazirganiya me car din veje û bibe zemîna berhemdar ya hevkariyê.”

Qralê Bahreynê Al Xalife jî li ser hevdîna bi Avn re weha got:

“Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bibe zemîna hevkariya navbera her dû welatan di sehayên cuda de.”

Avn, her weha di seredana xwe de Dezge ya Geşepêdana Aboriyê ya Bahreynê jî ziyaret kir û got ku li ser bingeha baweriyê, pêdivî bi veberhênana her dû welatan heye.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.