2 parlementer tevî CHPê bûn

PeyamaKurd – Di mîtînga CHPê ya li navça Bakırköy de, 2 parelementerên serbixwe tevî CHPê bûn û rozetên wan serokê CHPê Özgür Özel bi ber dilê wan ve danî.
Du parlementer; ya bajarê Îstenbolê Evrim Rızvanoğlu û parlementerê Tekirdağê Cem Avşar, ji Partiya DEVAyê îstîfa kiribûn û îro bi fermî tevî CHPê bûn.
Bi danîna rozetan ve jimara parlementerên CHPê yên di Meclisa Tirkiyê (TBMM) de ji 135an giha 137 kursiyan.
Di xwepêşandana CHPê de, di wexta danîna rozetan de serokê CHPê Özel got:
“Hun bi xêr hatin mala bavê xwe. Wê CHP bergiriya îrada xelkê dewam bike û mezin bibe.”
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




