Li Meletiyê 29 kesên di ser medya civakî de çekan parvekirin hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê bi sedema di ser hesabên xwe yên medya civakî de dûmenên çekan parvekirin, tîmên ewlehişyê di heman wextê de avêtin ser 29 kesan û wan desteser kirin. Bi wan re gelek çek û fişek û ketin dest.
Li gor ragihandina parêzgehê; di koordinasyona serdozgeriyê de beşa asayîşê, rêvebiriya têkoşîna bi sûcên sîberî, bi sedema di ser platforma medyayê de ‘bi zanîn ewlehiyê xistine talûkê’, ‘kirîna çekan û fişekan, muxalefeta li dijî qanûna çekan’ kesên gumanbar yên hatine tesbîtkirin, di heman wextê de operasyon kirine ser wan.
Di kontrolan de 5 tivingên pompeyî, 2 demançe, 2 demançeyên qelp, 904 fişekên demançan, tivingekî hewayî, 3 alavên birekî û muşta ketine dest û 29 gumanbar xistine binçav.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




