Li Amêdiyê şivanekî ji ber teqîna mayînê, can da

PeyamaKurd – Li navçeya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê, şivanekî 20 salî ji ber teqîna mayînekê can da.
Hat ragihandin ku teqîn bûyer îro, 24ê Tîrmeha 2025ê, saet di 09:00an de li gundewarê Berê Silê (Sêre Amêdî) çêbû, dema ku wî şivanî pezê xwe diçêrand.
Li gorî agahiyan, şivan pê li mayîneke TNTê kir û di encamê de teqînek çêbû û wî can da.
Cebar Mistefa, Serokê Daîreya Giştî ya Karûbarên Mayînan, diyar kir ku ev herêm ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de qedexe bû, lê şivan ji vê qedexeyê nehaydar bû.
Mesûd Botî, Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Tenduristiyê ya Amêdî jî ragihand ku cendekê şivanê ciwan derdora saet 09:20î anîne Nexweşxaneya Amêdî.
Li gorî daneyên Daîreya Giştî ya Karûbarên Mayînan, ji destpêka sala 2025an ve heta niha li Herêma Kurdistanê 25 kesan ji ber teqînên mayînan can da.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.





