Çapemeniya Îsraîlê: Ahmed Şara bi xêra Tirkiyê 3 cara ji kuştinê rizgar bû

Çapemeniya Îsraîlê: Ahmed Şara bi xêra Tirkiyê 3 cara ji kuştinê rizgar bû

PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku serokê Sûriyê Ahmed Şara herî kêm 3 cara bi xêra hêzên asayîşa Tirkiyê ji kuştinê rizgar bûye.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku hewla kuştina Ahmed Şara, cara yekem di meha Adarê de dema ji Koşka Serokkomariyê derdiket, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê kesekî gumanbar tesbît dikin û nahêlên Şara bê kuştin.

Gumanbar girtine, îfadên wî sitendine û bûyer li ser daxwaza Şara ji raya giştî veşartine.

Hewla duyem di wexta Şara li ser nêzî sînorê Urdinê dema seredana bajarê Der’ayê kir, hêzên konwoya Ahmed Şara diparastin yên Sûriyê û Tirkiyê, 2 gumanbaran ferq dikin, berê konwoyê diguhêrin û Şara ji kuştinê rizgar dibe. Nehat gotin bê her 2 gumanbar hatin girtin an nehatin girtin.

Çapemenî dema behsa hewla kuştina Ahmed Şara ya cara sêyem dike, dibêje hindik mabû kuştin bibûya û di wexta Ahmed Şara diçû Koşka serokkomariyê çêbûye lê di derbarê wê de agahiyên hûr nehat dayîn.

Çapemena Îsraîlê gotiye ku heya niha kes hewla kuştina Ahmed Şara negirtiye aliyê xwe lê tê fikrandin ku hewlên kuştinê ji aliyê DEAŞ ê de hatibin kirin.

Heya niha serokatiya Sûriyê li ser bûyeran ti agahiya fermî nedaye lê dibe di îfade yên gumanbaran de hinek tişt hatibin fêmkirin.

Nûçe, tene di çapemeniya Tirkiyê de hat belavkirin lê nehat ragihandin bê ji çapemeniya Îsraîlê kîjan rojname an kîjan TV behsa hewla kuştina Şara kirine, nehat ragihandin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.