Medya Siûdî: Gotûbêjên navbera Îsraîl û hikûmeta Sûriyê ji nû ve dest pê kirin

Medya Siûdî: Gotûbêjên navbera Îsraîl û hikûmeta Sûriyê ji nû ve dest pê kirin

PeyamaKurd- Televizyona El-Hadath a Erebistana Siûdî ragihand ku Îsraîl û hikûmeta veguhêz a Sûriyê di mijarên ewlehiyê de ji nû ve diyalog dane destpêkirin û gotûbêj bi navbeynkariya Tirkiye û Amerîkayê didomin.

Li gorî nûçeya kanala El-Hadath a Erebistana Siûdî, Îsraîl û Sûriyê piştî êrîşên hefteya borî yên li ser Şamê û pevçûnên li Siwêdaya başûrê Sûriyê, gotûbêjên li ser mijarên ewlehiyê ji nû ve dane destpêkirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku danûstandin bi navbeynkariya Tirkiye û DYAyê didomin û tê çaverêkirin ku şanda Îsraîlê di demeke nêzîk de biçe Baku ya paytexta Azerbaycanê, ji bo ku lihevkirinên bi Sûriyê re bi dawî bike.

Herwiha tê gotin ku Îsraîl niha pabendî rawestandina êrîşên xwe yên li Sûriyê nebûye û daxwaz dike ku li ser sînorê Îsraîl-Sûriyê herêmeke bêçek were avakirin û hebûneke mayînde ya Îsraîlê li herêma tampon a li ser sînor hebe.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.