Balafira biçûk ket ser rêya otoyan û 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Îtalyayê li bajarê Bresciayê balafirekî biçûk ket ser rêya A21 otoyan ku li devera Castel Mella yê û di encamê de 2 kes mirin. Bûyer seet li dora 13.00an de qewimî.
Di balafirê de 2 kes mirin û dema balafir ket bi bandora ketinê agir pê ket. Lê ti alavekî dinê ya ser rêya otoyan zerarê nedît.
Agir derket derveyê rêya otoyan nav daristanê û îtfaiye xebitî da agir vemirîne û rê ji bo çûnûhatê girtin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




