Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyê bazirganên çekan girtin

PeyamaKurd- Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) bi operasyonekê bazirganên çekan li başûrê Sûriyê girtin.
Adraee ragihand ku şeva 21ê Tîrmehê firqeya 210 bi hevkariya yekîneyên 504 yên Îsraîlê çalakiyeke leşkerî pêk anîn û di encamê de bazirganên çekan li herêmeke Başûrê Sûriyê hatin girtin û lêpirsîn bi wan re hatiye kirin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê got ku wan dest daniye ser alavên şer ên li wê herêmê û da zanîn, firqeya 210 pêşketinên li Sûriyê didomîne û piştrast kir ku ew amade ne bersiva her senaryoyeke muhtemel bidin.
Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.





