Dîmenên hovîtiya li Siwêdayê: Xelkê sivîl bi tekbîran hatine qetilkirin

PeyamaKurd- Piştî êrîşa dijwar a çekdaran li dijî bajarê Durziyan Siwêdayê di 13ê Tîrmehê de, li ser medya civakî dîmenên êrîşên hovane yên li meydanan qetilkirina xelkê sivîl belav bûn.
Di yek ji dîmenan de, xuya dibe ku çekdar bi tekbîran komek sivîl dimeşînin û piştre wan dibin li meydanê gulebaran dikin.
Herwiha di dîmenan de kesên ku di nav otomobîlên xwe de hatine qetilkirin jî xuya dikin ku hemû sivîl in. Çekdaran herwiha talaneke mezin di dema êrîşan de li bajarê Siwêda û derdora wê kiriye ku dîmenên wan hatine belavkirin.
Cilûbergên çekdaran û li gorî şahidên wan bûyeran çekdarên ew êrîş pêk anîne bixwe girêdayî hikûmeta veguhêz a Ehmed Şera ne ku ji rêxistina Heyet Tehrîr Şamê ne.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoya giştî ya kuştiyan a ku hatiye tomarkirin heta niha hezar û 265 kes e û piranî sivîl in. Herwiha bi hezaran malbat jî koçber bûne.
Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.




