Şandeyên Rûsya û Ukraynayê îro li Stenbolê dicivin

Şandeyên Rûsya û Ukraynayê îro li Stenbolê dicivin

PeyamaKurd - Gera sêyemîn a danûstandinên aştiyê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de îro li Stenbolê tê lidarxistin.

Li gorî raporê, sermuzakerê Moskowayê Vladimir Medinsky, wê serokatiya şandeya Rûsyayê bike. Şanda Ukraynayê wê ji hêla Sekreterê Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî Rustem Umerov ve were birêvebirin.

Şand wê li ser berdana girtiyan, vegerandina zarokên revandî û rawestandina kuştinan nîqaş bikin.

Ukrayna û Rûsyayê di pênc mehên borî de du gerên danûstandinan li Stenbolê li dar xistin.

Di civîna dawî ya 2ê Hezîranê de, mijarên krîtîk hatin lihevkirin û li ser danûstandina girtiyan lihevkirinên girîng hatin kirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.