MSB: Sûriyeyê ji Tirkiyeyê alîkariya leşkerî xwest

MSB: Sûriyeyê ji Tirkiyeyê alîkariya leşkerî xwest

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku Sûriyeyê bi fermî daxwaza piştgiriyê ji Tirkiyeyê kiriye ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya berevaniyê û têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst, bi taybetî DAIŞê.

Ev daxwaz di civîna çapemeniyê ya heftane de, ku di çarçoveya “17emîn Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî IDEF 2025” de hatiye kirin ku li Stenbolê hate lidarxistin.

Li gorî ku çavkaniyên wezaretê ji Ajansa Anadoluyê re diyar kirin, Tirkiye bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re hevkariyeke nêzîk dike û piştgiriya perwerdehî, şêwirmendî û teknîkî pêşkêşî rêveberiya Şamê dike. Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin, aramî were misogerkirin û aştiyeke mayînde li herêmê pêk were. Herweha, hate gotin ku êrîşên Îsraîlê yên dawî li ser Şamê dijwar bûne û krîza di navbera civaka Durzî û rêveberiya Şamê de, bi taybetî li başûrê Suweydayê, zêde bûye.

Entegrasyona HSDyê

Derbarê entegrebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya di nav hikûmeta Sûriyeyê de, MSByê ev tişt anî ziman:

“Parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û mafên serweriyê ji bo aramiya herêmê gelekî giring e. Peymana di 10ê Adarê de di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hate çêkirin, dê aramiyê xurt bike, bi şertê ku HSD pabendbûna xwe ya pê re bi eşkereyî nîşan bide.”

Wezaretê tekez kir ku ev geşedan ji aliyê saziyên pêwendîdar ve bi baldarî têne şopandin.

Tirkiye di vê çarçoveyê de soz dide ku piştgiriya xwe ya ji bo aramî û yekîtiya Sûriyeyê bidomîne, di heman demê de têkoşîna li dijî terorê bi biryar berdewam dike.

 

 

 

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.