Di şewata daristana Eskişehirê de 10 kes can dan

Di şewata daristana Eskişehirê de 10 kes can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Eskişehir a Tirkiyê agir bi daristanan ket u xebatkar dixebitîn da agirê daristanê vemirînin. Şewata daristanan di serê siba 22yê Tîrmehê de, di wexta sibê de agir bi daristanên navbera gundên Büyükyayala û Fethiye ket.

Di wexta xebatên vemirandina agir de 5 xebatkarên daristanan û 5 xebatkarên AKUTê jiyana xwe ji dest dan. Xelkê deverê seet di 08.30an de agir dît, xeberê dan ciyên pêwendîdat û bi bandora bayê, agir zû belaveyê daristanê bû.

Wezîrê çandiniyê û daristanan İbrahim Yumaklı li ser bûyerê daxwuyanî da û got:

“Di şewata daristanê ya ku li Eskişehirê destpêkiribû 19 xebatkarên daristanê û 5 xebatkarên AKUTê bi temamî 24 xebatkar di nav agir de asê man. 14 xebatkar niha tên dermankirin lê 5 xebatkarên daristanê û 5 xebatkarên AKUTê bi temamî 10 kes jiyana xwe ji dest dan.”

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.