Rejîma Îranê li Selmasê kolberekî Kurd qetil kir

Rejîma Îranê li Selmasê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Letîf Ye’iqûbî, kolberê Kurd ê (45) ji gundê Koze Reşê yê girêdayî bajarê Selmasê, ji ber birînên xedar ên guleyên çekdarên rejîma Îranê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Ye’iqûbî, ku bavê zarokekê bû, roja Çarşemî 16ê Tîrmehê di dema kolberiyê de li deverên sînorî yên bajarê Selmasê yê Rohilatê Kurdistanê, bêyî ku were hişyarkirin, bi destên çekdarên rejîmê ve rasterast hat hedefgirtin pêşîn û bi xedarî birîndar bûbû.

Tevî hewldanên li nexweşxaneyê jî, ji ber xedariya birînên xwe canê xwe ji dest da.

 

Ev nivîs 248 car hatiye xwendin.