Mesrûr Barzanî ferman da ku hêsankariya perwerdeyê ji bo rizgarbûyiyên ji destê DAIŞê bê kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku ji bo rizgarbûyên ji destê terorîstên DAIŞê, bi taybetî jî Kurdên Êzidî, hêsankariyên taybet di warê perwerdehiyê de bêne kirin.
Li ser fermana Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Dr. Umêd Sebah nameyek ji Wezareta Xwendina Bilind re şand û daxwaz kir ku gavên pêwîst ji bo hêsankirina berdewamiya xwendinê ji bo van kesan bêne avêtin.
Di nameyê de hêsankariyên dê bêne kirin ev in: Diyarkirina çarçoveyekê ji bo qebûlkirina rizgarbûyiyên DAIŞê li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê, bi hêsakariyeke guncaw a li gorî asta wan a zanistî.
Muafiyeta ji xercên xwendina paralel li hemû saziyên perwerdehiyê yên bi ser wezaretê ve.
Hat diyarkirin ku ev hêsankarî tenê ji bo kesên ku navên wan di lîsteya fermî ya rizgarbûyên DAIŞê de, ku ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatiye tomar kirin, dê derbasdar bin.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.





