Hikûmeta Alman nivîsa fermî ya firotina Eurofighoeran ji Tirkiyê re şand

PeyamaKurd- Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Stefan Kornelius, piştrast kir ku hikûmeta Alman firotina balafirên şer ên Eurofighter bo Tirkiyeyê erê kiriye û got, "Wezareta Parastinê, belgeya nivîskî ya ku erêkirina hinardekirinê piştrast dike, ji hikûmeta Tirk re şandiye."
Di civîna heftane ya çapemeniyê de Berdevkê Hikûmeta Alman Stefan Kornelius, li ser nûçeya kovara Alman Der Spiegel ku Konseya Ewlekariya Federal daxwaza destpêkê ya Tirkiyeyê ya ji bo 40 balafirên şer ên Eurofighter erê kiriye daxuyanî da.
Kornelius nûçe piştrast kir û got, "Ez dikarim piştrast bikim ku hikûmeta Alman bersiveke erênî daye daxwaza destpêkê ya ji pîşesaziyê hatiye."
Kornelius herwiha destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan, hikûmeta Brîtanî û Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Miçotakis di derbarê mijarê de hatine agahdarkirin.
Berdevkê hikûmeta Alman got, "Wezareta Bergiriyê, belgeya nivîskî ya ku erêkirina hinardekirinê piştrast dike, ji hikûmeta Tirk re şandiye."
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




