Almanya desteka xwe ji bo Îsraîlê ragihand

Almanya desteka xwe ji bo Îsraîlê ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Almanya Johann Wadephul ragihand ku berpirsiyariya Almanya ya bê dawî ji bo Îsraîlê heye, wê siyaseta Almanya li hemberê Îsraîlê neguhire û desteka Almanya bo Îsraîlê dewam bike. Wadephul, rexneyên li ser Xezzayê bersivand û got ku Almanya terefê Îsraîlê ye.

Wadephul, peyama xwe da rojnama Zeitê û hewl da ku bersiva çima Almanya îmza nedaye ji bo êrîşên li Xezayê, bide.

26 hevkarên navdewletî ku di nav wan de Îngîltere, Fransa û Kanada hebûn, bi daxwuyaniyekî êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê şermezar kiribû. Johann Wadephul, li ser Hollandayê ku siyaseta xwe ya li hembere Îsraîlê guhert û Almanya neguhert got:

“Hollanda siyaseta xwe ya li hemberê Îsraîlê guhert lê Almanya li ser soza xwe ma. Cudakirina weha ez qebûl nakim. Berpirsiyariya Almanya ji bo dewleta Yahûdiya ya bê dawî heye. Ti welatekî di pîvana endustriyê de bi milyonan mirovan nekuştiye. Kes nikare ji me bixwaze Îsraîla ku ji aliyê Îran, Hûsiyan, Hîzbûllah û Hamasê de tê tehdîd kirin, em terka wê bikin.”

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.