Katz: “Eger dîlên Îsraîlê serbest bernedin wê deriyê dojehê ji wan re vebe”

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniya Îsraîlê Israel Katz, di daxwuyaniya xwe de got eger Hamas dîlên Îsraîlî yên li Xezzayê serbest bernede wê deriyê dojehê ji wan re vekin. Li aliyekî dinêjî ji bo agirbesê hevdîtin dewam dikin lê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzayê jî dewam dikin. Wezîr Katz di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Rayedarên Hamasê yên di asta jor de qebûl nakin ku dîlên Îsraîlê serbest berdin û di otêlên luks de pîrozbahiyan dikin. Eger di wextekî nêz de dîlên Îsraîlî serbest nên berdan, wê deriyên dojehê ji wan re vebin.”
Hevdîtinên li Qatarê yên navbera Îsraîlê û Hamasê dewam dikin.Wê goya esîran serbest berdin û Îsraîlê bihêle ji bo 60 rojan agirbes bibe û alîkariya mirovî here Xezzayê.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




