Iraq di 2025an de di hinardekirina petrolê ya ji bo Çînê, welatê 4emîn e

Iraq di 2025an de di hinardekirina petrolê ya ji bo Çînê, welatê 4emîn e

PeyamaKurd – Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Çînê (GACC), Iraq di nîvê yekem ê sala 2025an de di nav welatên  hinardekarên petrolê ya ji bo bo Çînê de di rêza 4emîn de cih girtiye.

GACCê ragihand ku Iraqê di 6 mehên destpêkê yên salê de 32.78 milyon tonên metrîk petrola xav, ango nêzî 239.294 milyon bermîl, ji bo Çînê hinarde kiriye.

Ev yek li gorî heman serdema sala 2024an, ku 31.51 milyon ton (230.023 milyon bermîl) bû, zêdebûneke ji sedî 4 nîşan dide.

Rûsya bi hinardekirina 49.11 milyon ton petrolê di rêza 1emîn de ye, li pey wê Erebistana Siûdî bi 38.95 milyon ton û Malezya bi 38.43 milyon ton (bi piranî petrola Îranê) di rêzên 2yem û 3yemîn de ne.

Brezîlya bi 20 milyon ton di rêza 5emîn de cih digire. Herweha Uman (17.88 milyon ton), Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (15.93 milyon ton), û Angola (14.25 milyon ton) di rêzên 6em, 7em û 8emîn de ne.

Kuweyt û Kanada jî bi 8.35 û 7.53 milyon tonî di nav lîsteya 10 welatên pêşîn de ne.

Li gorî GACCê, Çînê di nîvê yekem ê 2025an de bi giştî 279.39 milyon ton petrola xav ji van 10 welatan hawirde kiriye.

 

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.