Pizişkiyan: Em amade ne ku careke din êrîşî Îsraîlê bikin

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan ragihand ku Îran amade ye ku dîsa êrîşî Îsraîlê bike, tevî agirbesta ku piştî 12 rojên pevçûnan meha borî di meriyetê de ye jî.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan duh got ku welatê wî amade ye ku careke din êrîşî hundirê Îsraîlê bike piştî ku di navbera her du aliyan de piştî 12 rojên pevçûnan meha borî agirbestek pêk hat û heta niha di meriyetê de ye jî.
Televîzyona dewleta Îranê ji devê Pizişkiyan got, “Em şer naxwazin, lê em bawer nakin ku agirbest dê bidome.”
Pizişkiyan her weha got ku “Îsraîlê êrîş li ser Îranê kirin, lê me derbeyeke giran li wan da û wan windahiyên xwe veşart.”
Daxuyaniyên Pizişkiyan piştî wê yekê hatin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz duh di civîneke nirxandinê ya berfireh de bi gelek berpirsên payebilind ên leşkerî yên Îsraîlê re, tevî Serfermandarê Giştî jî gotibû ku îhtîmala êrîşên nû yên li ser Îranê heye.”
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




