Hakan Fîdan: Bêîstiqrariya li Sûriyê bidome em ê mudaxele bikin

Hakan Fîdan: Bêîstiqrariya li Sûriyê bidome em ê mudaxele bikin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî hevdîtina Wezîra Karên Derve ya El Salvadorê Alexandra Hill li Enqereyê, di civîna hevbeş a rojnamevanî de daxuyanî da.

Hakan Fîdan bal kişand ser şer û pevçûnên li bajarê Siwêda yê Sûriyê Îsraîl tawanbar kir û got, "Îsraîla ku naxwaze li derdora wê dewleteke biîstîqrar hebe, dixwaze Sûriyeyê parçe bike."

Fîdan herwiha got, "Heger hûn ber bi bêîstîqrarî û parçebûnê ve biçin, ev dê ji bo ewlehiya me ya neteweyî bibe gef û em ê mudaxele bikin."

Fîdan destnîşan kir ku Îsraîl polîtîkayeke wisa dimeşîne ku dixwaze herêma xwe lawaz bike û di nava kaosê de bihêle.

Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.