Desteya Rêvebiriya Krîzê ya Îranê: Bila çenteyê we timî li pişta we be

PeyamaKurd – Rojnameya “Dinyaya Aborî” ji devê Desteya Rêveberiya Krîzê ya Îranê ragihand ku divê xelkê Îranê divê xwe ji bo “rojên tengasiyê” amade bike.
Rayedaran di heman bangê de xwestiye ku divê her kes çenteyekî ji xwe re amade bike ku dê 72 tiştên bingehîn ên ji bo zindîbûnê tê de hebin û wî çenteyî her tim li nêzîkî xwe bigerîne.
Hat ragihandin ku ev lîste tiştên wek alavên alîkariya yekem, xwarinên bingehîn, çira, kîtên zindîbûnê, şûşeyên avê, maske û alavên ji bo rewşên awarte li xwe digire.
Rayedaran diyar kiriye ku armanc “zêdekirina berxwedanê ya li hember krîzan” e. Lê belê, nûçe diyar dike ku pirsên giring bêbersiv mane: Kîjan krîz? Kengî? Çima niha?
Ji ber ku rejîmê tu daxuyaniyeke zelal nedaye, ev yek bûye sedema nîgeraniyê di nav gel de.
Hinek ji van nîgeraniyan ev bûn: Ma ev amadekariyek ji bo krîzeke jîngehê ye, krîzeke civakî ye, şer e, an jî tenê beşek ji rêveberiya rewşên awarte ya hikûmetê ye ku gel timî di nav rewşeke neasayî de dihêle?
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.





