Li bajarê Maraşê zilamekî jina xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê zilamekî di wexta xwarinê dixwar, bi jina xwe re munaqeşe kir û bi demançê li serê wê xist û jina xwe kuşt. Zilam paşî çû û teslîmê polîs bû.
Bûyer, li qeza Maraşê ya b navê Dulkadiroğlu, li taxa İsa Divanlı qewimî. Li gor agahiyan; dukkana tizbiyan ya zilamê bi navê E.Ç. (47) hebû û wexta bi jina xwe bi Nazlı Çokgezme (45) re li dukkanê xwarina xwe dixwar, munaqeşe kir.
Munaqeşe zêde bû û sedema munaqeşeyê nehat zanîn. Zilam bi demança xwe di serê wê de lêxist û ew kuşt. Zilam ji ciyê bûyerê reviya.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û cenazê jinikê ji bo otopsiyê birin morga tiba edlî ya Maraşê. Zilam E.Ç. paşî teslîmê polîs bû.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




