Li Îtalyayê balafirek kete ser otobanê: 2 mirî

PeyamaKurd- Li bakurê Îtalyayê balafireke biçûk li otobanê kete xwar û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li parêzgeha Brescia ya Îtalyayê, balafireke biçûk li ser otobana A21 a qelebalix ket. Balafir bû goleka agir û gelek tîmên agirkujî û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Otoban ji her du aliyan ve ji trafîkê re hat girtin. Li gorî daxuyaniya agirkujiyê, 2 kesên di balafirê de mirin. 2 ajokarên din ên ku di rê de bûn jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Derbarê sedema ketina balafirê de lêpirsîn hate destpêkirin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




