WSJ: DYA perçeyên fuzeyan yên bişandina Ûkraynayê dê bişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Rojnama DYAyê ya bi navê Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku DYA perçeyên fuzeyan yên bişandina Ûkraynayê, biryar daye dê bişîne Rojhilata Navîn.
Li gor WSJê; wezîrê berevaniyê yê DYAyê Hegseth, perçên fuzeyan yên tapa ku dê bişandina Ûkraynayê, ferman daye da wan bişînin bo hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn. Hat ragihandin ku biryar bi sedema tehdîdên balafirên bêmirov (İHA)yan yên li herêmê sitendiye.
Li gor rojnama WSJê; wezîr Hegseth biryarê hefta borî ragihandiye endamên kongre ya DYAyê. Hem gotiye ku di dewra pêşiya me de, divê desteka mezin ya leşkerî ya bo Ûkraynayê, ji aliyê hevkarên Ewrûpa de bê kirin û operasyonên Pasîfîka Rojava dê berya her tiştî bin.
Artêşa Ûkraynayê tapayên fuzeyan bo êrîşên İHAyan yên Rûsyayê têk bibin bikartanî. Biryara şandina tapayên fuzeyan bo Ûkraynayê di wexta serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden de hatibû dayîn.
Li gor WSJê, hêzên Amerîkayê yên Rojhilata Navîn bi îhtîmala şerekî bi Îranê re, dibe bi Hûsiyan re pev biçe û li ser mijarê amadekariyê dike.
Amerîka sîstema tapayên navborî bo fuzeyên lazerkî yên ji bejayiyê bo hewayê pêş xistibû. Artêşa Amerîkayê van sîsteman kirin ku bi awayekî dikarin bi balafirên F-35an bavêjin.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




