Macron û Rutt xurtkirina baskê NATO yê Euro-Atlantîkê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte bi rêya telefonê li ser Şerê Rûsya-Ukraynayê û Lûtkeya NATOyê ya vê mehê axivîn.
Koşka Elysee ya Fransayê ragihand ku Macron û Rutte li ser Şerê Rûsya-Ukraynayê yê berdewam axivîne û hate destnîşankirin ku redkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn a beşdarnebûna danûstandinên aştiyê yên dadperwer û mayînde yên ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatine destpêkirin û ji aliyê Ukraynayê ve piştgiriya wan tê dayîn, di rojeva pêwendiya telefonî de bû.
Macron girîngiya Hevpeymaniya bi îradeyan teqez kiriye ku artêşa wî mîsyona xwe ya parastin û astengkirinê li ser baskê rojhilatê NATOyê berdewam dike.
Herwiha li gorî daxuyaniyê Macron û Rutte mijarên sereke yên derbarê Civîna Bilind a NATOyê ya ku wê di 24-25ê Hezîranê de li Holandayê were lidarxistin û girîngiya zêdekirina lêçûnên parastinê ji aliyê hemû hevalbendan ve gotûbêj kirine.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




