Yaşar Guler: Ji bo vekişîna ji Sûriyê hîn pir zû ye

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ji bo vekişîna leşkerên wan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn gelekî zû ye.
Guler di hevpeyvîneke li gel Reutersê de li ser geşedanên dawî yên li herêmê, rewşa leşkerên artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û hinek mijarên din axivî.
Yaşar Guler got ku ji bo nîqaşkirina vekişîna zêdetirî 20 hezar leşkerên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn gelekî zû ye.
Wezîrê Tirk got: “Ev rewş tenê dema li Sûriyeyê aştî û aramî pêk hat, li herêmê gefa terorê bi temamî ji holê rabû, ewlehiya sînorên me hat pêkanîn û vegera birûmet a kesên reviyayî pêk hat dikare ji nû ve were nirxandin.”
Guler ragihand ku karê destpêkê yê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê, parastina yekrêzî û yekîtiya axa wî welatî û rizgarkirina Sûriyeyê ya ji terorê ye. Herwiha destnîşan kir ku Enqere di van hewldanan de piştgiriya Şamê dike.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê da xuyakirin ku ew li aliyekî ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê gavan diavêjin û li aliyê din wan dest bi pêşkêşkirina xizmetên şêwirmendiyê kiriye.
Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.




