Sûriye û Qatar bo sewqiyata gazê di ser Urdinê de bibe li hev kirin

Sûriye û Qatar bo sewqiyata gazê di ser Urdinê de bibe li hev kirin

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybanî ragihand ku di wexta seredana xwe ya Dohayê de, ji bo sewqiyata gazê di ser Urdinê de here Sûriyê li hev kirine û wê di seha enerjiyê de hevkariya xwe xwurt bikin.

Şeybanî di wexta dagera xwe ya ji Qatarê bo Şamê de, li balafirgeha Şamê bo rojnamevanan daxwuyanî da. Di heyeta Şeybanî ya Dohayê de 7 heb wezîr hebûn û bi Qatarê re di hevdîtinan de li ser enerjî, tenduristiyê, danûsitendin û teknolojiyê, aborî û geştiyariyê de bi Qatarê re gihane peymanan. Şeybanî got:

“Ev ziyaret perçeyekî ji danîna têkiliyan yê Sûriyêne ku li ser bingeha rastiyê, berjewendiyên hevpar û rêzgirtina li hemberê hev e. Me li Qatarê bi serokwezîr û ku hem wezîrê kar û barên derve ye, bi Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re hevdîtin kir.

Di hevdîtina me de, me muzakereyan li ser mijarên siyasî, aborî, geşepêdan û sehayên mirovî de, li ser têkiliyên dualî hevdîtinên kûr kir.”

Şeybanî ragihand ku li ser mijara gazê çawa li jorê behs hat kirin li hev kirine ku di ser Urdinê de dê here Sûriyê, wê di seha petrol û gazê de hevkairya xwe xwurt bikin û li hev kirine.

Şeybanî got ku wê Qatar di seha karê bankageriyê de destekê bide Şamê û bo desteka Erebistana Saîdî û Qatarê ku mehaneyên karkerên giştî yên Sûriyê de destekê dane, sipasiya wan kir.

Şeybani, her weha bi Qatarê re li hev kiriye ku Qatar 3 nexweşxaneyan tamîr bike, alavên nexweşxaneyan temam bike û bi desteka Qatarê bo Qatar nexweşxanan 3 salan birêve bibin, li hev kirine.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.