Trump û Xi Jinping axivîn û hevdu vexwendin Pekîn û Washingtonê

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinping re bi rêya têlefonê axiviye. Ev danûstandin di demekê de pêk hat ku nediyariya bacên gumrikê û bazirganîya di navbera her du welatan de zêde bûye pêk hat.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Çînê, Xinhua, eşkere kir, pêwendî li ser daxwaza Trump pêk hatiye. Trump jî îro 5ê Hezîranê li ser Truth Social nivîsî ku wî bi Xi re "pêwendiyeke têlefonê ya pir baş" kiriye.
Hate diyarkirin ku Xi Jinping Serokê Amerîkayê û Xanima Yekem Melania Trump vexwendine Pekînê. Di berdêla vê vexwendinê de, Trump jî Xi vexwendiye Washingtonê. Trump diyar kir ku wekî serokên du neteweyên mezin, herdu jî li benda pêkanîna van serdanan in. Wî herwiha got ku wan "hin aliyên tevlîhev ên Peymana Bazirganî ya nû ku li ser li hev kirine gotûbêj kirine.
Trump da zanîn ku pêwendiya têlefonê "nêzîkî saet û nîvekê" dom kiriye û "ji bo herdu welatan bi encameke pir erênî bi dawî bûye."
Serokê Amerîkayê herwiha got, "Divê êdî di derbarê tevlîheviya madenên kêmpeyde de pirsên din nemînin."
Li gorî daxuyaniyê lihevhatinek çêbûye, ku ev yek ji bo pêwendiyên bazirganî yên herdu welatan di pêşerojê de girîng e.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




