Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama Cejna Qurbanê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê di ser hesabê xwe yê Xê de peyamekî belav kir û got:
“Di pirsgirêka mehaneyên Herêma Kurdistanê de, li ser bingeha qanûn û peymanan, em bawerin pirsgirêk di rêya diyalog û lihevkirinê de çareser bibin.
Bi wesîla cejna Qurbanê, bo Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û her çar terefê dinyayê, cejna wan ji dil û can pîroz dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ev cejn bi tenduristî û dilxweşî derbas bibe, bo herkesî hûzûr, bawerî û refahê bîne.
Ez bang dikim ku herkes bi hevre hevkar be. Bi vê wesîlê vate û qiymetên cejnê, em bibîr dixin ku dayîna qurbanan û bi fîdakarî, bo aştiyê rast bikin, hevkariya civakî, çareserkirina pirsgirêkan ya bi hevre xwurt bikin. Em bo avakirina bingeha adalet, bawerî û jiyaneka bi rûmet, em ê esasê wan bi hevre deynin.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cîh da mehaneyên karmendên Herêma Kurdistanê ku Bexda mehaneyan neşandiye û banga diyalogê kir û got:
“Pirsgirêka mehaneyên karmendên Kurdistanê, em bawerin ku pêwiste di rêya diyalogê de li ser bingeha destûrê, qanûn û peymanan çareser bibe. Çareseriya vê pirsgirêkê wê xizmetê ji berjewendiyên civakê re bike.
Xelkê Kurdistanê li pey mafên xwe bi tundî disekine û her rêya çareseriya yasayî destek dike. Em dibêjin wê ev cejna pîroz, bibe destpêka berpirsiyariya hevpar û bi mantiq û bo temamê Iraqê bibe wesîla dahatûyekî baş.
Ez cejna we ya Qurbanê pîroz dikim, bila her sal bi tenduristiyê û bi dilxweşî were.”
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




