DYA: “Daxwazên me yên ji Şamê neguherîne”

DYA: “Daxwazên me yên ji Şamê neguherîne”

PeyamaKurd – Berdevka wezareta kar û barên derve ya Amerîkayê (DYA) Tammy Bruce ragihand ku daxwazên Amerîkayê yên ji Şamê (Sûriyê) neguherîne û daîma çavê DYAyê li ser Şamê ye.

Tammy Bruce ragihand ku ew pirsgirêkên ku Şam bi wan re rû bi rû ye dizanin û daxwazên wan yên ji Şamê aşkera û zelal in. Bruce got:

“Em aşkera dibêjin ku em dizanin pirsgirêkên ku Sûriye bi wan re rû bi rû ne dizanin. Daxwazên serok Trump yên bo avakirina Sûriyekî bi îstîqrar û bi ewle dema bixin jiyanê (pratîkê), dema pêngavên berbiçav bên avêtin, em ê wan bibînin.”

Bruce got ku daxwazên DYAyê yên ji Sûriyê bo hukumeta nû jî heman tiştin û weha dewam kir:

“Daxwazên me neguherîne. Bi pêvajoya hilbijartinê û wê çawa bimeşînin, di mijarê de em zelaliyê dixwazin. Em vê pêvajoyê bi hezir dişopînin.”

Piştî şerê li Sûriyê yê di sala 2011an de destpêkiribû, Amerîka bo ser rejîma Esad gelek givaşan danîbû. Rêvebiriya DYAyê bo rakirina van givaşan ji Şamê dixwaze ku gelek tiştan bicîh bîne. Rêvebiriya DYAyê ji Şamê dixwaze:

-Divê bernama çekên kîmyewî bi temamî ji ortê rabe,

-Grûbên bi desteka Îranê yên Fîlîstînî yên li Sûriyê, divê ji Sûriyê derên,

-Di şerê li dijî terorê de bi Amerîkayê re raste rast û bi zelalî hevkarî bikin,

-Hemwelatiyên Amerîkayê yên li Sûriyê wendane di derbarê dahatûya wan de agahî bidin û di mijarê de pêngavên berbiçav bavêjin,

-Di çarçova pevajoya demkî ya siyasî ya Sûriyê de, bo avakirinekî demokratik û çêker, gavên zelal û girêdayî wekî şert datîne ber rêvebiriya Şamê.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.