PeyamaKurd - Rêberê Îranê Elî Xameneyî îro di hevdîtina digel Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û desteya digel wî da pêgirî kir: Rêya çareserkirina pirsgirêkan û sekinîna li hemberî komployên xêrnexwazan, parastina yekitîya netewî li Iraqê, naskirina durist a dost û dijminan û berxwedana li hemberî dijminê rûreş, piştkutana li hêza ciwan û parastin û xurtkirina peywendîya digel merciên Şîe ye.
Xameneyî di vê hevdîtinê da ji ber lidarxistina serketî ya hilbijartinên parlimanî li Iraqê, bijartina serokkomar serokwezîr, berpirsên din û pêkanîna istiqrarê kêfxweşîya xwe nîşan da û got: Niha ku gelê Iraqê piştî dewranên dîktatorîyê bûye xwedîyê welêt, serxwebûn û mafê dengdan û bijartinê, hin dewlet û welatên xêrnexwaz lê digerin ku gelê Iraqê vê serketin û destkevta mezin bitemije û Iraq û navçe aramîyê nebîne.
Xamenêyî got: Tenha rêya sekinîna li hemberî van komployana, parastin û xurtkirina yekitîya di navbera komên iraqî yên ereb, kurd, Şîe û Sunne da ye.
Wî naskirina durist û deqîq a dost û dijminan di sîyaseta derve da gellekî girîng nirxand û got: Hin dewletên navçê û derveyî navçê kîneke giran li hemberî dînê islamê, şîe, sunne û Iraqê hene û destwerdanê di karên navxweyî yên Iraqê da dikin ku divê bi awayekî xurt li hemberî wan bisekinin û nabe li hemberî dijminê rezîl û rûreş nerm û sist bibin.
Rêberê Îranê bi gotina vê yekê ku berpirsên Îranê ji bo berfirekirina hevkarîya digel Iraqê gellekî ciddî û mukum in û min bawerîyeke kûr ser vê mijarê heye, got: Iraqa ezîz, xurt, serbixwe û pêşketî ji bo Îranê gellekî kêrhatî ye û em dê li rex birayên xwe yên iraqî bin.
Xameneyê herwiha bal kişand ser pişkdarîya zêde ji 2 milyon zîyaretkirên îranî di merasima Erbeîna îsal da û bi bîr xist: Zîyaretkirên îranî piştî vegera ji zîyaretê, gellekî ji ber mêvanperwerîya gelê Iraqê sipasdar bûn û eva jî birûmetbûna herî zêde ya gelê Iraqê di warê mazûvanîya ji zîyaretkirên îranî da nîşan dide.
Berhem Salih jî got: Em hikmet, eqlaniyet û pabendbûna bi merciên Şîe nîmeteke mezin dibînin.
Herwiha got: Di avakira Iraqê de em dixwazin Îran li cem me be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin