PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu bi sedema Trump dest bi erka xwe ya serokatiya DYAyê kir, peyama pîrozbahiyê ya bi vîdeoyê belav kir. Netenyahu got:
“Çav li rê me bi we re bixebitim. We pîroz dikim. Ez bawerim em ê hevkariya Îsraîlê û DYAyê xwurttir bikin. Hevkariya me ya di wexta serokatiya we ya berê de, bi bûyerên bêhempa tije bûn.
Hun ji peymana talûke ya nuklerî ya bi Tehranê re vekişiyan. We Qudsê kir payîtexta Îsraîlê. We balyozxana xwe anî Qudsê û we desthilata me ya li ser Golanê naskir. We navbeynkariya ‘Peymanên Îbrahîm’ yên bi 4 dewletên Ereb re kir.
Ez sipasiya we dikim ku we navbeynkariya peymana Xezayê ya bi Hamasê re kir. Ji bo esîrên mayî paşde bînin, şiyanên leşkerî yên Hamasê ji ortê rakin û dawî li Îrada Hamasê ya li Xezayê bînin, ji bo car din ji bo Îsraîlê nebin tehdîd, çav li rê me ku bi we re bixebitim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin